Kanûn 24, 2022 16:04 Asia/Tehran
  • Erdogan berteka Welatên Rojavayî li hember Yûnanistanê bi tundî rexne kir

Serokkomarê Tirkiyê reftara Yûnanistanê li hember penaberan hovane zanî û ji welatên rojavayî ji ber sersariya li hember vê cinayetê rexne girt.

 Receb Teyîb Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê di gotinên xwe de welatên rojavayî bi durûtî û rastbêjnebûna derbarê meseleyên têkildarî mafên mirovan û serweriya qanûnê tawanbar kirin û got: Yên ku deriyên xwe ser penaberan girêdidin, gelekî pêşewaziya PKK û Rêxistina Fethullah Gulen dikin

Di salên derbasbûyî de bi hezaran penaber bi hêviya jiyaneke baştir li rojhilat û bakurê Ewropayê, sefera kurt lê bi talûke ya bi rêya Deryaya Êjeyê qebûl kiriye. Bi sedan kes ji penaberan piştî nuqimbûna qayîqên wan canê xwe ji dest daye.

Yûnaistan jî bi redkirina îdiayên Tirkiyê, Enqereyê bi sûdwergirtyina ji qeyrana penaberan tawanbar dike.

 

Serepeyv