Kanûn 22, 2022 14:15 Asia/Tehran
  • Bülent Arınç:

 Damezirînerekî AKP’yê di axiftinekê de got ku divê HDP hezar carî were hilweşandin.

Bülent Arınç, xîmdanerekî AKP’yê û Serokê berê yê parlemana Tirkiyê di axiftinekê de got: Divê HDP hezar caran were hilweşandin, lê ev yeka ji ber hin tevdîran heta niha hatiye piştguhkirin û neqewimiye. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn dikare bi şehediyên îro HDP’yê tam hilweşîne, lê divê berûlayên siyasî yên vî karî jî berçav bigre.

 Wî got: Divê zû an dereng ev partî were hilweşandin. Dadgeha Destşûra Bingehîn divê gelekî baldar be, ji ber ku hikmê dawiyê tişteşk weke hikmê îdamê ye ku berê hebû ji ber ku dema hûn di hilbijartinê de partiyekê hilweşînin eva hereketa wek meşqekê bona girtina pêşiya beşdariya vê partiyê li hilbijartinan tê hesab. Helbet eva kevneşopiyek e . lê ji hêla qanûnî ve xalek tine ku destûreke cidî di warê hilweşandina partiyê di dema hilbijartinê de hebe.

 

 

 

Serepeyv