Damezirînerekî AKP’yê di axiftinekê de got ku divê HDP hezar carî were hilweşandin.
Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç dest ji kar berda. Di van rojên dawiyê de, li ser mijara girtina Demirtaş û hitmala azadkirina wî de, nakokî ketibû navbera Arinç û Erdogan.
Serokomarê Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahedîn Demîrtaş de axivî û got, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin” û got, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahedîn Demîrtaş de got, ew “li ser navê Serokomarê me naaxivin. Fikr û boçûnên xwe dibêjin.”