Kanûn 21, 2022 18:48 Asia/Tehran
  •  Demirtaş: Nîqaşa li ser navan, dûrketina ji armancê ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş derbarê hilbijartinên serokkomariyê da got: “Armanca me hemûyan ew e, ev post bo xwediyê wê yê rast ango bo xelkê bê radestkirin. Nîqaşên li ser navan, dûrketina ji vê armancê ye.”

Selahattin Demirtaş, derbarê hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de li rûpela xwe ya Twitterê wiha nivîsî:

“Ji aliyê stratejîk ve em ji bo wergirtina postê ku li ser cîhanê xwedî desthilatên herî zêde ye, diçin hilbijartinê. Armanca me hemûyan ew e ev post bo xwediyê xwe yê rast ango bo xelkê bê radestkirin. Nîqaşên li ser navan, dûrketina ji vê armancê ye.

Di vê heyama krîtîk de hemû aktorên ku ji dil demokrasiyê bawer dikin divê di pêvajoya jinûve- avakirina dewletê de erk û berpirsiyariyê werbigrin.

Tevî yên di bin gefa qedexeya siyasî û girtinê de divê hemû aktorên siyasî ji bo ku welat derbasî demokrasiyê bibe, pêş û piştî hilbijartinan bo erkên xwe amade bin.

Tekane rêya ku siberojeke sax bê avakirin, demokrasiya temam wek sazûmanî bê avakirin.

 

Serepeyv