Kanûn 18, 2022 18:20 Asia/Tehran
  • Gelê Tirkiyê berovajî Erdoxan hikmê Dadgeha Îmamoglû siyasî dizane

Gelê Tirkiyê hikmê dadgeha vî welatî dijî Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Stenbolê yê ser bi CHP'yê, siyasî dizane.

 

Di halekî de ku li gor rapirisiya saziya Bupar'ê, li 14 parêzgehên Tirkiyê, xelkê vî welatî, hikmê dadgehê dijî Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê, siyasî dizane, Receb Teyîb Erdoxan, di axiftinekê de, piştgirî da hikmê dadgehê dijî Ekrem

Îmamoglû, Şaredarê Stenbolê û got: Ev hikma ne siyasî ye, belkî biryara dadweriyê bûye ku kesek ji ber bêrêziya li dadweraên Tirkiyê hatiye tawanbarkirin.

Di rapirsiya saziya Buparê de, sedî 71'ê kesên ku beşdarî kirine, vî hikmî durust nizanin. Her wiha sedî 75'ê wan vî hikmê siyasî dizanin û sedî 21'ê wan jî ew biryareke hiqûqî dane zanîn. Di vê rapirsiyê de hatiye ku bi dayîna vî hikmî, şaredarê Stenbolê zêdetir ketiye nav dilê xelkê.

 Serokkomarê Tirkiyê bi piştgiriya ji vê biryara dadgehê got ku ti kes nikare şikê li pêbendiya dewleta wî li demokrasî û bikaranîna şêwazên rewa û qanûnî di warê siyasertê de bike.

 Di eynî demê de bi hezaran kes ji alîgirên Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Stenbolê bo cara çendan a li dû hev bona protestkirina hikmê hebsê û qedexetiya xebta wî ya sîyasî derketin kolan û çarsiyan û daxwaza wêdeçûna Receb Teyîb Erdoxan,

Serokkomarê welatê xwe ji desthilatê kirin.

 Ragihandina hikmê dadgeha Stenbolê dijî şaredarê vî bajarî bûye sedem dijberên Erdoxan- Baxçelî derkevin kolanên Stenbolê û piştgiriya xwe ji Îmamoglû û nearzîbûna xwe li hember Erdoxan eşkere nîşan bidin. Bo Ekrem Îmamoglû

Çarşemiya derbasbûyî ji ber tişta ku dadgehê weke bêrêziya li rayedarên vî welatî daye zanîn, du sal û heft meh û 15 rojan hebs û qedexetiya xebata siyasî hatiye birîn.

Serepeyv