Kanûn 16, 2022 17:31 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê xwenîşandaneke dijî dewletê hat lidarxistin

Bi hezaran kes ji hogirên şaredarê Stenbolê Ekrem Imamoglu di duyemîn roja bidûhev da bi nîşana nerazîbûna himberî hikma qedexekirina çalakîyê derheq wî daketin kolanan û xwestin ku Serokomarê vî welatî Receb Teyîb Erdoxan ji desthilatê wêda here.

Meral Akşener Seroka Îyî Partîyê ku wek Imamoglu dijî hikûmetê ye, di koma nerazîyan da li pêşberî avahîya şaredarîya Stenbolê di vî warî da got: Em dê zilim û bêdadîyê kokbirr bikin.

Gellek nerazî dibêjin ku Imamoglu reqîbê Erdoxan ê herî sereke di hilbijartina serokomartîya Tirkîyê ya di sala bê da ye.

Dadgeha Tirkîyê roja Çarşemê di hikmekê da cezaya qedexeya çalakîyên sîyasî û 2 sal û 7 meh û 15 rojên zîndanê ji bo Ekrem Imamoglu şaredarê Stenbolê û reqîbê Receb Teyîb Erdoxan bi tawana bêrêzîya li rayedarên dewletê birrî.

Imamoglu şaredarê Stenbolê ji CHP'yê bi hegera axavtineke di sala 2019an da hat mehkemekirin.

Wî di wê axavtinê da gotibû ku kesên ku hilbijartina herêmî li Stenbolê di wê demê da ibtal kirin, ''ehmeq'' bûn.

Şaredarê Stenbolê ji hindik kesan e ku encamên rapirsîyan nîşan didin ku ew dê himberî Erdoxan ser keve.

Serepeyv