Kanûn 15, 2022 18:38 Asia/Tehran
  • Pêşnîyara Erdoxan a nû; Hevdîtina sêalî digel Pûtîn û Esed

Serokomarê Tirkîyê bal kişand ser vê yekê ku hez dike hevdîtineke sêalî bi hevpêşeyên xwe yên ûris û sûrî ra pêk bîne û got: Ez dixwazim ku em digel Moskow û Şamê mêkanîzmeke hevpar ji bo têkoşîna dijî terorîsmê li herêmê kivş bikin.

 

Receb Teyyîb Erdoxan Serokomarê Tirikîyê dema vegera ji Tirkmenistanê got: Pêşnîyara civîna sêalî ya Enqere, Moskow û Şamê bi merema lezandina demajoya dîplomatîk ji bo kivşkirina mêkanîzmên kêrhatî di têkoşîna dijî terorîsmê da û

pêşdebirina demajoya sîyasî li Sûrîyê tê hilêxistin.

Serokomarê Tirkîyê got ku pêşnîyara hevdîtina sêalî ya digel hevpêşeyên xwe yên ûris û sûrî raber kirîye û Vladimîr Pûtîn Serokomarê Rûsyayê jî ji vê yekê pêşwazî kirîye.

Pêşnîyara Serkomarê Tirkîyê ya hevdîtina sêalî di navbera serokên Tirkîye, Rûsya û Sûrîyê di halekî da ye ku Erdoxan çendekê berî nika pêşnîyar kir ku bi Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê ra bicive lê Esed qebûl nekir û got ku berî hilbijartina di

Hezîrana sal bê ya Tirkîyê da bi Erdoxan ra nacive û herwiha divê destpêkê Tirkîye dawî li dagirkerîya li axa wî welatî bîne.

 

Serepeyv