Kanûn 15, 2022 18:16 Asia/Tehran
  •  CHP'yê bertek nîşanî hikmê girtina şaredarê Stenbolê da

Serokê partya neyarê dewleta Tirkiyê li hember hikmê dadgeha Stenbolê ji bo girtina şaredarê vî bajarî nerizamendiya xwe diyar kir.

Kemal Kiliçdaroglû, serokê Partya Komarxwaz a Gel (CHP) ya Tirkiyê wek berteka li hember hikmê dozger têkildarî şaredarê Stenbolê got: Em soz didine gelê Tirkiyê ku dê li hember van serederiyên rêxistinkirî bisekinin.

Herwiha hejmareka zaf a piştgirên partiyên opozîsyona Tirkiyê bi kombûna li ber avahiya şaredariya Stenbolê û qêrîna hin dirûşman, hikmê girtina şaredarê vî bajarî şermezar kirin û xwestin hikûmeta Erdoxan îstîfa bike.

Dadgeha Tirkiyê duh di hikmekî da bi tawana bêrêziya li rayedarên vî welatî cezaya 2 sal û 7 meh zîndanê ji bo Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û rikeberê serokomar di hilbijartina bê da, birrî.

Şaredarê Stenbolê ji hindik berpirsên neyarê dewleta Tirkiyê ye ku anegorî rapirsîyan yek ji rikeberên sereke yên Erdoxanê serokomar di hilbijartinên tê yên vî welatî da ye.

 

Serepeyv