Kanûn 15, 2022 18:05 Asia/Tehran
  • YE'yê gefên Erdoxan yên dijî Yûnanê şermezar kirin

Yekîtiya Ewrûpayê (YE) gefên vê dawiyê yên Receb Teyîb Erdoxan, serokomarê Tirkiyê ku gefa êrişa bi mûşekan li Yûnanê xweribû, şermezar kirin.

Pîtêr Istano, berdevkê YE'yê got: YE'yê bi caran pêgîrî kiriye ku axiftinên êrişkerane dijî Yûnanê, nîgeraniyên cidî pêk tînin û dijî hewldanên pirr pêwîst bona kêmkirina kêşeyê li Deryaya Sipî ne.

Wî herwiha got: Me bi caran ragihandiye ku divê devojeniyên bi gef, dewsa xwe bidin gotûbêj, peywendiyên kêrhatî û rastî û rastbêjane, kêmkirina kêşeyan, hevdufêmkirin û berfirehkirina peywendiyên cînaretiya baş a di navbera Yûnan û Tirkiyê da.

Receb Teyîb Erdoxan, serokomarê Tirkiyê, Yekşemiya buhurî, ceribandina mûşeka Balistîk a Tirkiyê sedema tirsa Yûnanê da zanîn û got: Eger Atên dîsan jî bicihkirina çekan li giravên Deryaya Egeyê bidomîne, Tirkiye wê bêbertek nemîne.

 

Serepeyv