Kanûn 12, 2022 14:07 Asia/Tehran
  • Erdoxan dîsan gef li Yûnanê xwar

Serokomarê Tirkiyê ceribandina mûşeka Balistîk ji aliyê Tirkiyê va wek sedema tirsiyana Yûnanê zanî.

 

Li gorî rapora IRIB News'ê, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Yekşemiyê ceribandina mûşeka Balistîk ji aliyê Tirkiyê va wek dabînkera rewşê ji bo tirs û wehşeta Yûnanê zanî û got: Eger Atên hema wisa giravên li Deryaya Egeyê çekdar bike, Tirkiye dê sersar nemîne.

Wî xitabî rayedarên Atênê got: Eger hûn hewil bidin ji her derê, ji Amerîkayê bigir heta giravên biçûk, çekan bikirin, wî çaxî Tirkiye jî tenê lê temaşe neke û pêwîst dike ku karinan bike.

Tirkiyê di Cotmeha 2022an da mûşeka balistîk a kurtebirr bi navê Tayfûn (Typhoon) ku li hundir hatibû çêkirin, li ser Deryaya Reş ceriband. Ev mûşek dikare di 456 çirkeyan da li armanceke li 561 kîlometreyî keve. Yûnanê biryar daye ku balefirên amerîkî yên F-35 bikire.

 

Serepeyv