Kanûn 11, 2022 19:35 Asia/Tehran
  • Weşangerên Bereya Berxwedanê li pêşangeha herî mezin a pirtûkan li Tirkiyê

Çil pirtûkên ku bi navê rêberên Bereya Berxwedanê ji wan Serdar Şehîd Hecî Qasim Sulêymanî hatine xemilandin, li pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan a Stenbolê hatine pêşandan.

Li pêşangeha herî mezin a navneteweyî ya pirtûkan a Stenbolê, berhemên curbicur derbarê Ehli Beytê Îsmet û Teharetê (S) rêberên olî û rêberên şoreşgêr ên cîhanê û fermandeyên Bereya Berxwedanê ku weşangerên binavûdeng ên Tirkiyê amade kirine û wergerandine, hatine belavkirin.  

 Aydîn Alytay, Rêveber Weşana Onsûzê di gotûbêja bi nûçegîhanê IRIB News'ê re got: Niha zêdetirî 40 pirtûk derbarê rêberên Berxwedanê ku piraniya wan berhemên wergerandî bi zimanên tirkiya Stenbolî, derbarê şehîd Hecî Qasim Sulêymanî ne, li pêşangeha herî mezin a pirtûkan a Tirkiyê de hatine belavkirin.

 Altay her wiha got: Berhemên giranbiha ên kesayetiyên mezin ên inqilabî yên Cîhana Îslamê ji wan berhemên Îmam Xumêynî (RE) û hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jî li vê pêşangehê hatine belavkirin.

 Rêveberê weşana Onsûzê bal kişand ser pêşwaziya berbiçav a gelê Tirkliyê ji pirtûkên ser mijara Berxwedanê û got: Berhemên têkildarî Berxwedanê bi caran li Tirkiyê dubare hatine weşandin û heta niha di 10 pêşanagehên vî welatî de hatine nimandin.

 

Serepeyv