Kanûn 09, 2022 15:58 Asia/Tehran
  •  CHP: Di beşa tendirustiyê de bûyerên karkirinê sedî 116 zêde bûne

Li gor rapora CHP'yê li Tirkiyê di beşa xizmetên tendirustiyê de bûyerên karkirinê di nav 2 salan de sedî 116 zêde bûne.

Li gorî rapora ku Cîgira Serokê CHP'yê Gamze Akkuş Ilgez di derbarê bûyerên kar û nexweşiyên pîşeyî de yên di beşa tendirûstiyê de amade kirîye, di 14 salên dawî de di beşa xizmetên tendirustiyê de bi giştî 146 hezar û 52 bûyerên karkirinê qewimîne û ji wan 92 hezar û 943 bûyer di nav 2 salên dawî de çêbûne. Herwiha li gor amaran di du salên dawî de hejmara bûyerên kar bi rêjeya %116 zêde bûye.

Li gor amarên rapora CHP'yê li seranserî Tirkiyê di navbera salên 2008 û 2021ê de 4 hezar û 952 pizîşk li ser karê xwe rûbirûyê bûyeran bûne. Di sala 2008an de hejmara pizîşkên ku rûbirûyê bûyerê bûne 47 bû û ev hejmar di sala 2021ê de gehîşte asteke bilind ku 1490 kes bûn. Ev yanî di navbera 13 salan rêjeya bûyeran sedî 3070 zêde bûye. Herwiha di dema Koronayê de jî bi giştî 2 hezar û 377 pizîşk rûbirûyî bûyerê bûne.

 

Serepeyv