Partiya Baş a Tirkiyê daxwaza têkiliya bi dewleta Sûriyê ra kir
Partiya Baş (İyi Parti) ji partiyên dijbera dewletê li Tirkiyê, ji bo danîna têkiliyê digel dewleta Tirkiyê ket tevgerê.
IRIB Newsê ji zarê Rojnameya Yenî Şafaka Tirkiyê ragihand, Partiya Baş daxwazek di vî warî da şandiye Wezareta derve ya Tirkiyê.
Eger ev daxwaz were pejirandin, taximek ji nûnerên vê partiyê dê ji bo hevdîtina digel rayedarên dewleta Sûriyê serdana vî welatî bike.
Kûrşad Zorlû bertdevkê Partiya Baş bi gotina vêya ku hîn endamên taxima ku biryar e ji aliyê vê partiyê va biçe Sûriyê diyar nebûne, got: Biryardana li ser pêkhateya vê taximê li ser ustiyê seroka Partiyê ye.
Wî got: Em çaverê ne ku Wezareta derve ya Tirkiyê heta 15ê Kanûnê bersiva vê nameyê bide.
Hêjayî gotinê ye, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê çend roj berê gotibû, Di siyasetê da dijminatiya dayîmî tune û dibe ku bi Bişar Esed serokomarê Sûriyê ra hevdîtin bikim.
Lê Şam li dijî vê daxwaza Tirkiyê derket.