Mijdar 25, 2022 11:28 Asia/Tehran
  • Walîtiya Stenbolê çalakiyên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirin

Walîtiya Stenbolê piştî teqînê, çalakiyên weke vekirina stantan, pêşandan, muzîka kolanan û hwd. ên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Di 13’ê Mijdarê de li Cadeya Îstîklalê ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê teqînek pêk hat û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 81 kes jî birîndar bûn. Walîtiya Stenbolê duh “Fermaneke giştî” weşand û ragihand ku bi sedema ewlehiyê hemû çalakiyên weke stant, pêşandan, muzîka kolanê û hwd. ên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirine.

 

Serepeyv