Mijdar 22, 2022 12:54 Asia/Tehran
  • Erdoxan û berdêla giran a operasyona nû ya dijî Sûrîyê

Artêşa Tirkiyê ji çend berê va êrîşên nû li dijî kurdên bakûrê Sûriyê dest pê kirine.

Li gorî nûçeya Fars Newsê, Evdilbarî Etwan sernivîserê Rojnameya Rai Al Youm’ê nivîsiye ku êrişên hewayî yên Tirkîyê yên di 20 Mijdarê da dijî zêde ji 90 armancan li deverên bin kontrola YPG’yê li derdora Heleb û Hesekeyê li bakurê Sûrîyê û hin deverên bakurê Iraqê, bi vê hecetê ku YPG di rastîyê da baskê leşkerî yê PKK'yê li Sûrîyê ye, rengvedaneke tundbûna gêreya leşkerî bi dû teqîna li meydana Teqsîma Stenbollê ye ku di encamê da hejamrek hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Di dewama vê nivîsarê da hatîye: Renge ew êrişana armancên Receb Teyyîb Erdoxan Serokomarê Tirkîyê û partîya wî yên têkildarî tolistandina himberî tawanbarên ku li piştperdeya wê operasyona terorîstî bûn, pêk bîne û wî wek rêberekî serhişk himberî terorîsmê nîşan bidin, lê encamên bê yên wan êrişana, diqewime ji bo wî û AKP’yê, bereberê hilbijartinên serokomartî û parlimanê ku yê di Hezîrana bê da werin lidarxistinê, bikaresat bin.

 

 

Serepeyv