Mijdar 18, 2022 15:48 Asia/Tehran
  • Erdogan û Putîn bi rêya têlefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokomarê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi rêya têlefonê axivîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê ragihand ku Erdogan û Putîn bi têlefonê axivîn û di serî da pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê û geşedanên der barê korîdora dexl da meseleyên herêmî gotûbêj kirin.

Erdogan di axaftina xwe da der barê pêşniyaza Putîn a ji bo li Tirkiyeyê avakirina navenda gaza siruştî da got ku ji bo demildest bigihêjin hedefên xwe yên hevbeş wê ekîb nirxandinên teknikî, hiqûqî û ticarî bikin.

Serepeyv