Mijdar 14, 2022 12:57 Asia/Tehran
  • Saziyên zimanê kurdî li Tirkiyê bertek nîşanî nivîsên nîjadperest li Bursayê da

Saziyên zimanê kurdî li Tirkiyê têkildarî nivîsên nîjadperest ên li ser pêlekanên li dibistaneke Bursayê daxuyanî dan û wiha gotin: “Li dijî her cureyên êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin, her derê bikin dibistana kurdî, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Dibistana Navîn a bi navê "Şehîd Komando Er Ramazan Okur" a navçeya Osmangazî ya Bursayê li ser pêlekanan nivîsên nîşadperest ên weke “An bi tirkî biaxive an jî hiş be”, “Tu kêmaniyekê tirkî nîne, lê ya we?”, “Divê tirkî di devê te de mîna şîrê dayîka te helal be” û “Bila tirkî di zimanê we de neçe” hatin nivîsandin û rê li ber bertekan vekir. Saziyên zimanê kurdî jî têkildarî van nivîsên nîjadperest bi daxuyaniyekê bertek nîşandan û banga xwedîderketina li zimanê kurdî kirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi salan e li Tirkiyeyê tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, êriş û zextên li ser zimanê kurdî bi rê û rêbazên cuda berdewam in û ev tişt hatin gotin: “Herî dawiyê wek êrişeke li dijî zimanê kurdî, li bajarê Bursayê, li ser pêlekanan nivîsa ‘yan bi tirkî biaxive yan jî hiş be’ hatiye nivîsandin. Ev yek bi awayekî aşkera êrişeke faşîzan a li dijî zimanê kurdî ye, êrişeke li dijî nasname û rûmeta me kurdan e. 

Li gorî MA'yê, Ev daxuyanî her wiha dibêje, "Em wek saziyên zimanê kurdî vê êrişa faşîzan bi tundî şermezar dikin û bang û gazî li hemû kurdan û derdorên ku ji xwe re dibêjin mirov dikin ku li dijî her cureyên êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin, bi dirûşma ‘Dem dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî ye’ têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, herwiha daxwaza xwe ya ji bo fermîbûn û perwerdehiya bi zimanê kurdî li her derê bilindtir bikin. Her derê bikin dibistana kurdî, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.” 

 Navên komeleyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: “Komeleya Lêkolînên Ziman Çandên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê,  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê.”
 

Serepeyv