Mijdar 12, 2022 18:57 Asia/Tehran
  • Selahattin Demirtaş birin Amedê ji bo ku bavê xwe yê nexweş bibîne

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş şeva borî ji bo bi bavê xwe Tahîr Demîrtaş ê krîza dil derbas kiriye re hevdîtinê pêk bîne birin Amedê.

Koma Parêzaran a Bo Parastina Demirtaş ragihand ku bavê û dayîka Selahattîn Demîrtaş duh ji nişkave nexweş bûne û ew rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Dayika Demirtaş, Sadiye Demîrtaş piştî çareseriya wê ew bo malê hate şandin, lê bavê Tahîr Demîrtaş hêj  di beşa çavdêriya giran a kardiyolojiyê de tê dermankirin.

Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, danê sibehê saet di 04:00 de di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de anîne Amedê.

Di daxuyaniya Koma Parêzaran a Bo Parastina Demirtaş de wiha tê gotin: “Muwekîlê me birêz Demîrtaş, ji ber nexweşiyên dayîk û bavê wî, şeva 12ê Mijdarê di çarçoveya qanûnan de ji Girtîgeha Edîrneyê birin Amedê û piştî bavê xwe dîtiye dîsa ew vegerandin Girtîgeha Edîrneyê.”

Serepeyv