Mijdar 11, 2022 08:56 Asia/Tehran
  • Serdana Erdoxan bo Uzbekistanê

Êvara roja Pêncşemiyê serokomarê Tirkiyê di serê taximeke payebilind da ji bo beşdariya di nehemîn civîna serokên Rêxistina Welatên Tirk derbasî Uzbekistanê bû.

Li gorî nûçeya Rojnameya Akşamê, Recb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê ku bi mebesta beşdariya di nehemîn civîna serokên welatên tirk berê xwe dabû Uzbekistanê, derbasî balefirgeha navneteweyî ya Semerqendê bû.

Erdoxan li ser vexwendina Şewket Mîrziyayîf hevpêşeyê xwe yê uzbekistanî beşdarî vê civînê bi mijara "Serdema nû ji bo şaristaniyetên cîhana tirk ber bi pêşketin û geşedana hevpar" bûye.

Di civîna Semerqendê da, "Belgenameya Stratejîk" wek bernameya cihanînê ya 5 salî ya têkildarî asoya 20 salî ya rêxistinê dê were îmzekirin.

Dayîna xelata "Mîdala bilind a Cîhana Tirk" û "Mîdala Neteweyî ya Uzbekistanê" bo Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê û "Mîdala Elî Şîrnewayî" bo berendamekî danasandî ji aliyê welatên endam va ji bernameyên din ên vê civînê ye.

 

Serepeyv