Mijdar 09, 2022 20:32 Asia/Tehran
  • Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê pêwendiyên ligel Sûriyê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê îhtimala berfirehkirina peywendiyên bi Sûriyê re ragihand.

Eva li halekê ye ku artêşa Tirkiyê derdora du sal û nîv e bi hinceta şerê dijî terorîstan û bi alîkariya komên terorîst beşek ji navçeyên bakur û bakûrê rojhilata Sûriyê dagîr kiriye û piraniya xelkê wan deveran ku kurd in aware kirine û heta niha jî gelek ji leşkerên Tirkiyê bi çeteyên xwe ve li van deveran bi cih bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a El-Mayadeen a Lubnanê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje: Enqere li ser bilindkirina asta peywendiyên xwe ji istixbaratî û ewlehiyê bo dîplomatîk difikire.

Çavuşoglu herwiha got: Ger şert û mercên guncaw bên dabînkirin, dibe ku Tirkiye asta têkiliyên xwe yên bi Sûriyê re ji îstîxbaratî derxîne asta dîplomasiyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî beriya niha ragihandibû ku ew amade ye bi Serokomarê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin bike.

Welatiyên Sûriyê yên li herêmên bakurê vî welatî ku ji gefên berdewam ên Tirkiyê û kiryarên çeteyên wê bêzar bûne, bi lidarxistina xwenîşandanan gelek caran daxwaz ji artêşa Tirkiyê û çeteyên wê kirine ku welatê wan biterikînin.

Hikûmeta Sûriyê bi caran hebûna artêşa Tirkiyê li Sûriyê protesto kiriye

Serepeyv