Mijdar 04, 2022 12:22 Asia/Tehran
  • Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran li Tirkiyê canê xwe ji dest deye

ÎSÎG’ê ragihand ku di meha Cotmehê de 158 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 10 mehên salê de jî hezar û 521 karker jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Meclisa Tenduristiya Karker û Ewelehiya Kar (ÎSÎG) têkildarî sûcên kar rapora meha Cotmehê eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Cotmehê de 158 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 10 mehên ewil ên sala 2022’an de jî hezar û 521 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku di 20 salên AKP'yê de jî herî kêm 30 hezar û 224 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 

Di raporê de hat diyarkirin ku piştî sûcên kar bêedaletî û bêcezatiyê berdewam kiriye û bi karesata madenê ya li Amasraya Bartinê re komkujiyek din li komkujiyên karkeran zêde bûye. 

DI 10 MEHAN DE MIRINA KARKERAN 

Di raporê de cih daye mirina karkeran a 10 mehan û daneyên mirina karkeran a mehan wiha ye: Di meha Çile de 120 karker, di meha Sibatê de 109 karker, di meha Adarê 122 karker, di meha Nîsanê de 129 karker, di meha Gulanê de 176 karker, di meha Hezîranê de 189 karker, di meha Tîrmehê de 172 karker, di meha Tebaxê de 186 karker, di mehaÎlonê de 160 karker û di meha Cotmehê de 158 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 

LI GORÎ ZAYEND Û TEMEN 

Di raporê de hat gotin di van 10 mehan de 90 karkerên jin jî mirin e û hezar û 431 karker jî zilam bûne. Temenê karkerên ku di 10 mehan de mirin e wiha ne: 14 salî û binê 14 salî 22 karkerên zarok, di navbera 15-17 salî de 32 zarok/ciwan karker, di navbera 18-27 salî de 250 karker, di navbera 28-50 salî de 729 karker, di navbera 51-64 salî de 314 karker, bi ser 65 salî re 85 karker û her wiha 89 karkerên ku temenê wan nayê zanîn.

 

Serepeyv