Mijdar 02, 2022 16:34 Asia/Tehran
  •  Çavuşoglu gef li Yewnanîstan û Amerîkayê xwar

Wezîrê Derve yê Tirkiyê rexne li Amerîkayê girt ji ber avakirina baregehên leşkerî li Yewnanîstanê û diyar kir ku Atîna baş dizane ku şerekî leşkerî bi Enqerê re tê çi wateyê.

Li gorî rapora malpera TRT`ê, Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê nûçeyên derbarê êrişa leşkerî ya Yewnanistanê bo ser Tirkiyê nîşana bêaqiliya Atînayê nirxand û got: Yewnanîstan ji zêdebûna hêza navçeyî ya Tirkiyê nerazî ye û dixwaze 16 kîlometrên zêdetir ji herêma hewayî bêxe destê xwe ku ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Çavuşoglu der barê nakokiyên navbera Tirkiye û Yewnanistanê de wiha got: "Ew nêzîkatiyên xwe yên nemirovane li hember penaxwazan didomînin û mafên hindikayiyên tirk ên li rojavayê terasê binpê dikin, lê em parastina mafên birayên xwe yên tirkên Qibrisê dikin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got: Yewnanîstan di mijara Deryaya Ege û Rojhilatê Deryaya Spî de xwediyê helwesteke rast nîne û ji 23 giravên deryaya Egeyê, ku li gorî peymanan diviyabû bihatana bêçekkirin û ne leşkerî bûbûna, herî kêm 16 girav ji wan niha ji aliyê Yewnanîstanê ve hatin bi çek kirin û bûne giravên leşkerî."

Çavuşoglu her wiha bal kişande ser wê yekê ku Ewropa jî di warê peywendiyên bi Yewnanîstan û Tirkiyê re durûtiyê dike û siyaseteke du alî girtiye ber xwe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser nêzîkatiya Amerîkayê di nakokiyên Enqerê û Atînayê de jî got: “Waşîngton dibêje ku baregehên Amerîkayê li Yewnanistanê li dijî Rûsyayê hatine avakirin, lê ev yek mirov qanih û qayil nake, Amerîkayê nêzîkatiya xwe ya hevseng di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de ji dest daye û  boykotên çekan ku li ser Hikûmeta Qibrisa romî ferz kiribûn rakirine, ji ber vê yekê em jî alîkariya Qibrisa Bakur dikin."

Tirkiyê Yewnanîstanê bi bicihkirina çekan li giravên Egeyê yên ku li gor  Peymana Lozanê statuya wan sivîl e, sûcdar dike û dibêje Atîna vê Peymanê binpê dike. Her wiha Enqere û Atînayê nikarin li ser diyarkirina sînorê xwe li navçeyên deryayî li hev bikin û Tirkiyê Yewnanistanê bi binpêkirina mafên kêmîneya welatiyên Tirkiyê tometbar dike.

Serepeyv