Cotmeh 31, 2022 09:35 Asia/Tehran
  • 98 hezar koçber ji Tirkiyê hatine dersînorkirin

Wezareta karên hundir a Tirkiyê ragihand: 97 hezar û 448 koçberên neqanûnî bi rêya erd û asimên va ji vî welatî hatine dersînorkirin.

Li gorî nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê, Li gorî agahiyên wergirtî ji Serokatiya Rêveberiya Koçberiyê ya Wezareta karên hundir a Tirkiyê, hejmara koçberên neqanûnî yên dersînorkirî di sala 2022an da pêka vê heyamê di sala pêştir da sedî 149 zêde bûye û gihîştiye 97 hezar û 448 kesan.

Pêka heyama sala pêştir, sedî 206 di dersînorkirina welatiyên Efxanistanê da, sedî 28 welatiyên Pakistanêî û sedî 180 welatiyên welatên din, zêdebûn hatiye qeydkirin.

Her wiha hejmara koçberên neqanûnî yên dersînorkirî ji sala 2016an va heta niha gihîştiye 422 hezar û 957 kesan.

 

Serepeyv