Cotmeh 26, 2022 15:32 Asia/Tehran
  • Parlemana Ewropayê derbarê desteserkirina rojnamevananli Tirkiyê de nerazîbûn nîşan da

Derbarê 11 rojnamevanên ku duh li Tirkiyê hatibûn desteserkirin de Parlemana Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn pêşan da û dibêje: “Li Tirkiyê azadiyên bingehîn, bi taybetî azadiya medya û azadiya raman û beyanê her diçe xiraptir dibe, ev jî yek ji wan mînakan e.”

Di encama lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqere ve dihat kirin, duh 25ê Cotmeha 2022ê li bajarên cuda yên Tirkiyê 11 rojnamevanên ku li Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê kar dikirin hatin desteserkirin. Parlemana Ewropayê derbarê desteserkirina wan rojnamevanan de nerazîbûn nîşan da.

Raporterê Tirkiyê li Parlemana Ewropayê Nacho Sanchez-Amor derbarê mijarê de ji medyaya Ewropayê re axiviye û dibêje: “Ev tê wateya ku li Tirkiyê azadiyên bingehîn, bi taybet jî azadiya medya û azadiya ramanê her ku diçe xiraptir dibe. Ev jî mînakake din e.”

Rêveberiya Ewlekariyê ya Enqerê bi tohmeta ku “bi nûçeyên xwe dijminatî û kînê di nav xelkê de çêdikin” derbarê 14 rojnamevanan de biryara desteserkirinê daye. Di vê çarçoveyê de doh 11 ji wan li bajarên cuda hatine desteserkirin. Ajansa Mezopotamya Û JINNEWSê eşkere kirine ku heta niha 12 rojnamevanên di wan ajansa de kar dikin hatine desteser kirin.

Ji aliyê din ve li Amedê, rêveber û endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Sendîkaya Rojnamegeran ya Tirkiyê (TGS) desteserkirina rojnamegeran bi çalakiyekê şermezar kirin. Rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî piştgirî da rojnamegeran.

Serepeyv