Cotmeh 25, 2022 10:59 Asia/Tehran
  •  Bilindfirrîna Erdoxan derbara 'Sedsala Tirkiyê'' da

Civîna desteya wezîran a Tirkîyê, duh danê êvarê bi serokatîya Receb Teyîb Erdoxan Serokomarê vî welatî bi dawî hat.

Li gorî nûçeya Rojnameya Akşam'ê, Erdoxan piştî civîna digel desteya wezîran li koma nûçegîhanan got: Armanca me ew e ku heta dawîya salê, milyonek ciwanan wek şagird û hostekar li navendên perwerdekirina profesiyonal perwerde bikin. Em dê sibê merasima lêxistina kulingê proja herî mezin a xanî û avahîyan û cihê karkirinê di dîroka komarê da li dar bixin. Ez ji yek bi yekê 85 milyon welatîyên xwe ra dibêjim ku werin em 'Sedsala Tirkiyê'' ser bingeha demokrasîyê û binesazîyên pêşxistinê ku di 20 salên buhurî da hatine avakirin û danînê, ava bikin.Armanca me di çarçova 'Sedsala Tirkiyê'' da, ne tenê jordabirina asta rehetîya gel belkî veguhertina welatê xwe bo hêzeke herêmî û cîhanî ye. 

Ev gotinên Erdoxan di halekî da ne ku hin çavdêr û pisporên aborî ser vê bawerê ne ku diqewime zam li Tirkîyê rabe sedî sedê.

 

Serepeyv