Cotmeh 25, 2022 09:56 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Yûnanê siyasetên Tirkiyê dan ber rexneyan

Wezîrê karên derve yê Yûnanê tevî rexnekirina li siyasetên dewleta Tirkiyê, got: Enqere bi hişmendiya Siltan Silêmanê Osmanî tev digere.

Ev çend dehsal in ku Tirkiye û Yûnan li ser gelek babetan, ji wan çavkaniyên enêrjiyê, binpêkirina qada asimanî û deryayî, mijara Qibrisê û penaxwazan bi hev ra nakok in; lê peywendiyên van du welatên cînar û endamên NATO'yê di salên dawî da xerabtir jî bûye.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Rojnameya Tirkiyê ya çapa Stenbolê, Nikos Dendias Wezîrê karên derve yê Yûnanê di gotûbêjeke radyoyî da got: Eva ku rayedarên Enqereyê Atênê bi kiryaranên handêr tawanbar dikin, pêkenî ye.

Nikos Dendias bal kişande ser lihevkirinameya hevkariyên Tirkiye û Lîbyayê di beşa enêrjiyê li Deryaya Sipî da û got: Enqere nikare bi vî awayî qanûnan dasepîne; civaka navneteweyî jî ev lihevkiriname şermezar kiriye û Yûnan ji vê yekê kêfxweş e.

Wezîrê karên derve yê Yûnanê di eynî demê da tevî amajeya bi vêya ku Atên pişta hevgirtina Tirkiyê digel Yekîtiya Ewropayê digire, got: Me hertim bi rêyên durist destê alîkariyê dirêjî welatê cînar kiriye.

 

Serepeyv