Wezîrê karên derve yê Yûnanê tevî rexnekirina li siyasetên dewleta Tirkiyê, got: Enqere bi hişmendiya Siltan Silêmanê Osmanî tev digere.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê gotinên Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê Nîkos Dendias red kir ku siyasetên Enqerê sebeba bê îstiqraî û bê ewlehiyê li herêmê dabû zanîn.
Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ji ber rola wê ya neyînî li herêmê Dewleta Tirkiyê rexne kir û îşaret pê kir ku DYA, Fransa û dewletên din, Dewleta Tirkiyê wek pirsgirêkekê ji bo NATO`yê dibînin.
Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias diyar kir ku dewleta Tirkiyê hewl dide ku bi rêyên şaş hegemonyaya Osmaniyan vegerîne.