Cotmeh 17, 2022 14:25 Asia/Tehran
  • Tirkiye xwedî rekora mirina karkerên kanzayê li cîhanê ye

Amarên cîhanî nîşan didin ku Tirkiye di serê lîsteya wan welatan da ye ku herî zêde karkerên kanzayê tê da canê xwe ji dest didin.

Li pey bûeyra vê dawiyê li kanzayeke komirê li Tirkiyê, hin rojnameyên vî welatî mirina karkerên kanzayê ji ber vê bûyerê wek tevkujiya aşkira bi nav kir û nivîsîn: Bi dehan babetên wisa li Tirkiyê qewimîne û xwedîkar û dewleta Erdoxan ji bo parastina ewlehî û jiyana karkeran naxwazin ku çavkaniyên darayî terxan bikin.

Li aliyê din, rojnameyên bin femana Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi berçavtirkirina amadebûna Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê li cihê bûyerê, îdia dikin ku dewlet bi hemî hêza xwe li kêleka malbatên goriyan rawestiyaye.

Rojnameya Cumhuriyetê stratejiya dewleta Erdoxan derheq çalakiya kanzayan xiste bin pirsê û tevî rexnegitin ji nebûna çavdêriya li ser rewşa kanzayan, nivîsî: Dewlet bi awayekî taybet bala xwe dide ser berjwendiyên peymankaran, ne ku karkerên kanzayê.

Ji ber teqîna vê dawiyê li kanzaya komirê li navçeya Amaseraya parêzgeha Bartînê ya Tirkiyê, zêdetir ji 41 karkeran canê xwe ji dest da.

 

Serepeyv