Cotmeh 12, 2022 19:07 Asia/Tehran
  • PKK û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li Çiyayê Gare di encama êrişên wan ên asmanî de 2 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya baskê çekdar ê PKKê ya bi navê HPG jî nasnama 6 çervanên xwe ku di demên cuda canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di operasyoneke artêşa wî welatî ya li herêma Gare ya Herêma Kurdistanê de ku MÎT jî tê de beşdar bûye, 2 şervanên PKKê canê xwe ji dest dan.

Derbarê vê yekê de heta niha ti çavkaniyên PKKê daxuyanî nedaye.

Ji aliyê din ve baskê çekdar ê PKKê nasnama 6 şervanan ku di demên cuda de canê xwe ji dest dane eşkere kir

, 4 ji wan li herêma Metîna û 2 jî li navçeya Gever a Colemêrga Bakurê Kurdistanê bûne.

Li gor daxuyaniya PKKê 2 şervanên wê di 19ê Îlona 2022yan de li navçeya Geverê ya Kurdistana Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

Herwiha Şervanek wê 30 Hezîrana 2022yan li herêma Metîna û şervanek din 23yê Tîrmeha 2022yan li devereke din a Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da.

2 şervanên din jî 12ê Tebaxa 2022yan li herêma Metîna canê xwe ji dest da.

Serepeyv