Artêşa tTirkiyê operasiyoneka mezin li parêzgeha Colemêrgê û navçeya Gewerê destpê kir.
Bi pêşengiya Rêkxistina Sanatça, KESK û DÎSKê dê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya çand û hunerê were lidarxistin.
Li Colemêrg û navçeyên wê duh berfeke zêde barî û li navend û navçeya wê Geverê rêyên 45 gund û 110 mezrayan hatin girtin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li Çiyayê Gare di encama êrişên wan ên asmanî de 2 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya baskê çekdar ê PKKê ya bi navê HPG jî nasnama 6 çervanên xwe ku di demên cuda canê xwe ji dest dane eşkere kir.
Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) ragihand ku li navçeya Geverê 20 kesên sivîl hatine desteserkirin û piştî îşkence li wan hatiye kirin bo herêma operasyonê hatine birin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi serdaneke neçaverêkirî çûn Colemêrgê.
Rêveberiya Rewşên Bilez û Karestan (AFAD) a Tirkiyê ragihand, duh demjimêr 15.20 bi kurahiya 7.59 kîlometre erdhejeke bi hêza 3.9 pileya rîxterê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê pêk hat.
PKKê kuştina 3 leşkerên Tirkiyê ragihand û nasnama 5 hêzên xwe aşkere kir ku di êrişên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di êrişeke hêzên wan de li Geverê 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Tenê riya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê yên ser bi parêzgeha Colemêrgê ve, ji ber ketina kevirên mezin hat girtin.
Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û wargehan hat girtin.