Cotmeh 11, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • HDPê daxwaz kir êrîşa ser parlamenterê wan bê bersiv nemîne

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di destê wan de wêneyên Parlamenterê Îdirê Habip Eksik ê li nexweşxanê ye, li ber avahiya Serokatiya Parlemana Tirkiyê civiyan û daxuyaniyek dan. Daxwaz kirin êrişa bo ser parlamenterê wan hatiye kirin bê bersiv nemîne û êrîşker werin cezakirin.

HDPê roja Yekşemê 9ê Cotmehê bi helkefta 24emîn salvegera derketina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê li çend bajarên Tirkiyê xwepêşandan kirin. Di xwepêşandana Geverê de lingê Parlamenterê HDPê yê Îdirê Habip Eksik ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat şikandin.

Parlamenterên HDPê li dijî êrişa ser xwepêşanderan û parlamenterê xwe li ber avahiya Serokatiya Parlemana Tirkiyê civiyan û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya xwe de parlamenterên HDPê li beramber bêdengbûna Serokê Parlemana Tirkiyê nerazîbûn nîşan dan û gotin, bêdengbûna wî tê wateya pesendkirina êrîşê.

Cîgirê Serokê Koma HDPê li Parlemana Tirkiyê, Saruhan Oluç derbarê vê yekê de ragihand, "Mixabin Serokê Parlemanê heta niha bêdeng maye û ligel ku me duh randewu jê xwest, randewu neda me û bi vêna jî wiha derdikeve ku bi egereke mezin li pişt van êrîşan e. Em li bendê ne daxuyaniyekê bide, eger ne li pişt vê êrîşê be û vê êrîşê hem di aliyê mirovî û parêzbendiyê de şermezar dike, em dixwazin vê yekê bibihîzin."

Şêwirmendeke Habîp Eksîk parlamenterê HDPê yê Îdirê, ku nexwest navê wê bê diyarkirin, roja 10ê Cotmeha 2022ê derbarê tendirustiya wî de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got: “Ji sê cihan lingê parlamenterê me şikestiye. Li Nexweşxana Enqerê neştergerî jê re hatiye kirin û bo demê 6-7 saetan di bin neştergeriyê de maye.”

Heman şêwirmendî eşkere kir ku Habîp Eksîk ji serê xwe jî derb xwariye û ji ber wê yekê serê wî werimiye û ragihand, ew dê derbarê mijarê de rapora pizîşkiya Dadî jî werbigirin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay jî duh gotibû, fermana wê êrîşê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ve hatiye dan û ew wek “Wezîrê Tawanan” bi nav kiribû û gotibû, “bi çeteyên ku ji JÎTEMê damezrandine, êrîşî parlamenterên gel dike.”

Serepeyv