Cotmeh 10, 2022 14:35 Asia/Tehran
  • Siyaseta Tirkiyê ya 'Banek û du hewa' derheqê Filistînê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja Duşemiyê tevî tekeziya li ser dewama pêvajoya asayîkirina peywendiyên Enqere û Til Avîvê, pişta meseleya Filistînê jî girt.

Tirkiye ku tûşî qeyranên aborî bûye, baştirkirina peywendiyên Enqere û Til Avîvê wek rêya çareserkirina van pirsgirêkan dibîne. Serokomarê Tirkiyê serokên Rejîma Siyonîst a dagirkera Qudsê vexwendin ku peywendiya bi Enqereyê ra baştir bikin. Vexwendina Îsha Hêrtzûg serokê Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê û şandina Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bo Til Avîvê ji bo vê armancê pêk hat.

Li gorî rapora IRNAyê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku ji bo beşdariya di civîna serokên lijneya Meclîsa Ewropayê çûye Strasbûrga Fransayê, li nav welatiyên Tirkiyê li vî bajarî got: Asayîkirina peywendiyên Tirkiyê digel Misir û Israyîlê didome, lê ev asayîkirina peywendiyan nikare di berdêla jibîrkirina meseleya Filistînê be.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja 17ê Tebaxa 2022an piştî ragihandina fermî ya jinûve-destpêkirina tam a peywendiyên dîplomatîk di navbera vî welatî û Rejîma Siyonîst îdia kir, Enere tevî dayîna vê biryarê, ji meseleya Filistînê jî piştgirî dike.
 

Serepeyv