Cotmeh 10, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Siya şerekî din li ser Ewropayê; dewama kêşeya navbera Tirkiye û Yûnanê wek du hevpeymanên NATO'yê

Kêşeya di navbera Yûnan û Tirkiyê li seranserî Deryaya Sipî ji Lîbyayê heta Qibirsê berfireh bûye û gefa rûbirûbûn û rageşiyê di navbera van du hevpeymanên NATO'yê da heye.

Li gorî rapora Fars News'ê, Malpera Radyoya Navneteweyî ya Fransayê roja Şemiyê di nivîsarekê da li ser vê mijarê nivîsî: Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê rojên derbasbûyî li Trablosê qala wajokirina têgihîştinnameyekê digel Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ji bo keşfkirina zimhêrên Hîdrokerbon li avên kewşena Lîbyayê kir.

Li pey vê yekê, Nikos Dendias wezîrê derve yê Yûnanê rewatiya vê lihevkirinê xiste bin pirsê û îdia kir ku ev lihevkirin destdirêjiya li ser avên Yûnanê ye.

Li gorî vê raporê, xurtbûna peywendiyên aborî û leşkerî di navbera Tirkiye û Lîbyayê da cihê herî nû yê kêşeya navbera Atên û Enqereyê ye.

Vê kêşeyê aniha peywendiyên navbera Amerîka û Tirkiyê xistiye bin bandorê.

Karzan li ser vê bawerê ne ku rewşa Amerîkayê wek navciyeke bêalî ketiye bin pirsê. Wer xuya dike ku Amerîka di vê mijarê da pişta Yûnanê digire.

Çengîz Aktar karzanê payebilind ê zanistên siyasî ji Zanîngeha Atênê dibêje, dewleta Yûnanê vê yekê dinirxîne ku Waşîngton pişta wê digire û loma naxwaze ku bi paş vekişe.

 

 

 

 

Serepeyv