Cotmeh 07, 2022 22:33 Asia/Tehran
  • Di navbera serokên Tirkiye û Yewnanîstanê de li Pragê devûjenî çêbû

Siya rageşiya navbera Yewnanîstan û Tirkiyê "Pragê" paytexta Komara Çekê jî girte ber xwe û rêberên her du welatan di civînekê de li vî bajarî hevdu tometbar kirin.

Yewnanistan û Tirkiye çend deh-sal in ku li ser gelek mijaran, di nav wan de çavkaniyên enerjiyê, binpêkirina qada hewayî û deryayî, pirsgirêka Qibrisê û penaberan de, li hev nakin û têkiliyên her du welatên cîran û endamên NATOyê di van salên dawî de xerabtir jî bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, ya ji zarê rojnama "Greek City Times", Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê roja pêncşemê li yekem civîna civata siyasî ya Ewropayê li Pragê got: "Tevahiya siyaseta Yewnananê li ser derewan e û em ti sedemekê ji bo gotûbêjkirina bi wan re nabînin."

Erdogan her wiha got: Atînayê peyama Enqerê wê demê fêm kir ku rayedarên Tirkiyê gotin dibe ku em şevekê ji nişka ve bigihin (bi şev êrişî Yunanistanê bikin).

Rojnama "Kathimirini" jî îro Înê nivîsî: Serokwezîrê Yewnanistanê “Kriax Mitsotakis” û Erdogan di dema şîva serkirdeyên beşdar di civîna civata siyasî ya Ewropayê li Pragê de, bi devujenî bersiva hevdu dan. Erdogan devkî êrîşa Yewnanîstanê kir û got ku Atîna bi çalakiyên provokatîf rageşiyan li herêmê zêde dike.

Li hember vê yekê Serokwezîrê Yewnanistanê daxwaz ji Erdogan kir ku xwe ji kiryarên provakatîf dûr bigre û got: Divê Tirkiye dest ji çêkirina şik û gumanê derbarê serweriya giravên Yewnanistanê li deryaya Ege berde.

Di rageşiya herî dawî ya di navbera Enqere û Atînayê de, medyaya Yewnanîstanê roja Îniyê îdia kir ku Tirkiye plan dike ku bi mîkrofonên binê avê tevgerên keştiyên bin deryayê yên Yewnanîstanê li deryaya Egeyê bişopîne.

Serepeyv