Cotmeh 03, 2022 13:17 Asia/Tehran
  •  Taximeke payebilind a tirkiyeyî dê berê bide Lîbyayê

Taximeke payebilind a Tirkiyê îro dê berê xwe bide Lîbyayê.

Tirkiye ji bo parastina berjwendiyên xwe li Deryaya Sipî û Bakûrê Afrîqayê hevdem digel zêdebûna qeyranê li Lîbyayê bi awayekî cidî xwe têkelî mijarê kir û pişta dewleta Fayîz Sirac li hemberî hêzên jeneral Xelîfe Hefter fermandarê artêşa rojhilata Lîbyayê girt. Lê parlimana Lîbyayê (li Tebreê û piştevana Xelîfe Hefter) bi piraniya dengan deng daye bo utkirina peywendiyan digel Tirkiyê.

Li gorî rapora malpera Rojnameya Yenî Şefeqê, Mewlûd Çawûşoxlû werzîrê karên derve yê Tirkiyê serokatiya vê taximê dike ku tê da wezîrên berevanî, bazirganî, enêrjî û çavkaniyên xwezayî û her wiha Îbrahîm Kalîn berdevkê serokomarê Tirkiyê hene.

Wezareta derve ya Tirkiyê ragihand ku ev taxim û rayedarên Lîbyayê dê pêvajoya siyasî û lidarxistina hilbijartinê li Lîbyayê, hevkariyên du welatan di warê fêrkariya leşkerî û mijarên din vekolînin.

Tirkiye îdia dike ku hêzên wê li ser vexwendina dewleta Lîbyayê li vî welatî ne û ev kiryar li gorî lihevkirina hevkariya leşkerî navbera Enqere û dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ye ku MIjdara 2019an hat wajokirin.

Serepeyv