Cotmeh 02, 2022 10:50 Asia/Tehran
  • Tirkiyê 3 hezar hêzên ewlekarî û polîs şandin Qeterê

Tirkiye dê hevdem digel Kûpaya Cîhanê a futbolê 3 hezar hêzên ewlehiyê bişîne Qeterê.

Çend meh in ku rayedarên Wezareta Karên Hundir a Tirkiye û Qeterê û saziyên ewlehiyê yên her du welatan ji bo dabînkirina ewlehiya Kûpaya Cîhanê civînan li dar dixin.

Ajansa nûçan a Anadoluyê ragihand, li gor rêkeftina navbera Tirkiye û Qeterê, ji bo dabînkirina ewlehiyê ya lîstikên Kûpaya Cîhanî ya 2022`an, nêzîkî 3 hezar polîsên Tirkiyê dê bo Qeterê bên şandin. Li gel vê hejmara hêzên ewlekariyê, 50 pisporên tespîtkirin û pûçkirina bombeyan û 80 kûçikên polîsên Tirkiyê jî wê li kêleka hêzên perwerdekirî yên dijî serhildanê çalak bin.

Qeter dê ji 21ê Mijdarê heta 18ê Kanûnê mazûvaniya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an bike û tê pêşbînîkirin ku zêdetirî milyonek kes ji çar aliyên cîhanê beşdarî temaşekirina lîstikên li Qeterê bibin û hêzên çekdar ên Tirkiyê jî ligel hêzên Qeterê dê ewlehiya lîstikan dabîn bikin.                                              

Serepeyv