Cotmeh 01, 2022 12:45 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Tirkiyê li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Yewnanîstanê re bi riya dîplomasiyê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu tekezî li ser pêwîstiya bikaranîna dîplomasiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Yewnanîstanê re kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê li civîneke çapemeniyê li parêzgeha Muglayê, bal kişand ser gotinên rayedarên Yewnanistanê yên li bara piştevaniya "vî an wî welatî" ji Atînayê, got: Hemû kesên ku niha piştgirîya Yewnanîstanê dikin dê sibê wî welatî bi tenê bihêlin. Em du welatên cîran in û divê pirsgirêkên heyî bi riya dîplomasiyê çareser bikin.

Çavuşoglu bi bîr xist ku Serokomarê Tirkiyê di 14ê Adarê da li Stenbolê mazûvaniya Serokwezîrê Yewnanîstanê kir û lihevkirineke pir baş çêbûbû û wiha gotina xwe domand: "Bila em pirsgirêkên xwe bi dîplomasiyê çareser bikin û welatên din tevlî nekin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir: Me li Stenbolê li hev kir, lê Yewnanîstanê piştî 15 rojan cîbicîkirina rêkeftinê avêt paş guhê xwe, gumana me tune ku xwe veşartina Yewnanîstanê li pişt Yekîtiya Ewropayê alîkariya vî welatî nake.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stéphane Dujarric roja Înê bal kişand ser wê yekê ku divê Enqere û Atîna ji kiryar û daxuyaniyên ku di navbera wan de alozî derdixin xwe  dûr bigirin û got: Sekreterê Giştî yê NYê daxwaz ji Atîna û Enqerê dike ku bi danûstandinên dîplomatîk kêşeyên ku zêde bûne çareser bikin.

Rageşiyên di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de her du welat ber bi şerê leşkerî ve birine. Atînayê gelek caran Tirkiye bi binpêkirina qada hewayî ya Yewnanîstanê sûcdar kiriye. Enqerê jî herî dawî Yewnanîstanê tawanbar kir ku balafirên artêşa Tirkiyê bi pergalên S-300 ên Rûsyayê nîşan girtine.

Serepeyv