Îlon 27, 2022 16:03 Asia/Tehran
  • Erdogan kiryarên Yewnanîstanê yên li Behra Egeyê şermezar kir

Serokomarê Tirkiyê çalakiyên Yewnanîstanê yên li Deryaya Egeyê wek kiryarên provakatîf bi nav kirin û ew şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a AFP`ê, Receb Teyib Erdogan roja duşemiyê piştî civîna heyeta hikûmetê got: Enqere bi matmayî û sosret siyasetên Yewnanistanê ku "bêhna provokasyonê jê tê" dişopîne.

Erdogan herwiha got: provokasyonên Yewnanistanê ji bo wî welatî lîstikeke metirsîdar e.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku eger pêwîst bike emê ji bo parastina maf û berjewendiyên welatê xwe li hember Yewnanîstanê ti hewlekê nedin û ji bo mafên xwe emê hemû amûrên berdest bikar bînin.

Ji aliyekî din ve, Atînayê nerazîbûnên Enqerê red kir û ew nerazîbûn bêbingeh û berevajî yasayên navdewletî dîtin.

Serepeyv