Bernameya Tirkiyê ji bo girêdana hesinrêya xwe li welatên dorhêla Kendava Farsê
Îlon 20, 2022 12:52 Asia/Tehran
Enqere bernameya girêdana hesinrêya xwe li welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê bi cih tîne.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Başar Ariyoxlû serokê Konseya Peywendiyên aborî yên derveyî û Serokê Komîteya Bazirganiya Tirkiye-Qeterê qala bernameya Tirkiyê ji bo girêdanahesinrê li welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê bi rêya Kuweyt û Iraqê kir.
Vî rayedarê tirkiyeyî cihanîna projeya hesinrêya Tirkiye-Qeterê ji ber dirêjbûna mesafeyê dijwar zanî û got: Li gorî vê bernameyê, hesinrêya Tirkiyê bi rêya Iraqê digihêje Kuweytê.
Oxlû ev proje ji bo binesaziyên li navçeyê girîng zanî û got: Qeterê jî bûdceyeke guncav ji bo vê projeyê berçav girtiye.