441 koçber tenê li parêzgeheke Tirkiyê hatin girtin
Îlon 17, 2022 17:31 Asia/Tehran
Hêzên jandirme yên Tirkiyê tenê di mehekê da 441 koçberên ku hatiye gotin bi awayê neqanûnî hatine vî welatî li parêzgeha Kilîsê girtin.
Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Hêzên jandirme yên Tirkiyê li parêzgeha Kilîsê, tevî girtina van 441 kesan di meha derbasbûyî da, 8 kesên din jî bi sûcê qaçaxçîtiya mirovan girtine.
Her wiha hatiye gotin ku operasiyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî hatin û derketina koçberên neqanûnî li seranserî vî welatî hema wisa didomin.