Îlon 17, 2022 16:48 Asia/Tehran
  • Bihayê madeyên xwarinê li Tirkiyê rekora cîhanê li pey xwe hîşt

Bi miliyonan malbat li Tirkiyê tûşî pirsgirêkên cidî ji bo dabînkirina hewcetiyên xwarekê bûne.

Bihabûnê li Tirkiyê bêhn li xelkê çikandiye. Gelek ji rojnameyên vî welatî di wêne û sernavên rûpela yekem da bala xwe didin ser mijara bihabûna xwarekê û amaje bi vê yekê dikin ku li vî welatî, serdemeke nû ya bi navê serdema kirrîna fêkiyan bi awayê heb bi heb hatiye.

Piraniya malbatan li Tirkiyê dema ku ji bo kirrînê berê xwe didin qadên firotina fêkî û sebzeyan an dûkanên nav bajêr, dewsa ku wek hertim mêweyan bi awayê kîloyî bikirin, neçar in ku tenê çend heban ji wan bikirin.

Karzanên aboriyê yên Tirkiyê hegera sereke ya bihabûna madeyên xwarinê li vî welatî siyasetên Erdoxan ên bigengeşe li nav û derveyî welêt, daketina bihayê lîreyê û destwerdanên Erdoxan di siyaetên bankî yên Tirkiyê dizanin.

Aniha ewlehiya xwarekê bûye nîgeraniyeke sereke ya beşeke mezin a civata Tirkiyê.

Serepeyv