Îlon 16, 2022 19:49 Asia/Tehran
  • Davutoglu rexne li polîtîkayên neyînî yên Erdogan dike

Serokê yek ji aliyên opozisyona hikûmeta Tirkiyê rexne li Erdogan girt û got: Enqere hevsengiya xwe ya asmanî li gel Atînayê ji dest daye, ji ber ku balafirên F-35 yên Yewnanî dikarin bigihin her cihekî Tirkiyê ku bixwazin.

Tirkiye û Yewnanistanê li ser sînorên deryayî û hewayî û herwiha dîtina sotemeniyên fosîl li Deryaya Sipî nakokiyên demdirêj hene, ku her du welat sê caran nîzîkî şer kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, ji zarê çapa înê ya rojnama "Greek City Times"ê, Ahmet Davutoglu serokê  "Partiya Pêşerojê" ya Tirkiyê rexne li siyasetên Receb Teyib Erdogan serokomarê vî welatî girt û got: Erdogan gef li Yewnanistanê dixwe û dibêje; "Emê şevekî ji nişka ve ser we de bigirin", lê hevsengiya hewayî ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de bi tevahî û bi giranî têk çûye û ev hevsengî li ser berjewendiya Atînayê ye."

Serokwezîrê berê û wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha tekez kir: "Di dema ku Erdogan bi gotinên xwe yên ji bo hilbijartinên serokomariyê yên dahatî hewl dide bandorê li xelkê bike, kes wî cidî nagire û bawer nake."

Herî dawî Erdogan di gera xwe ya 3 rojî ya bo herêma Balkanê de, di kongreke rojnamevanî de, di bersiva pirsa rojnamevanekî de ku gelo Tirkiye bi rastî hizra operasyoneke leşkerî li dijî Yewnanistanê dike yan na, Erdogan îdia kir ku dibe ku em şevekê ji nişka ve êrîş bikin.

Serepeyv