Erdogan: Ger Esed bihata Uzbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira
Nivîskar Abdulkadîr Selvî ku weke kesekî nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê nasîn, ragihand ku Erdogan gotiye: “Xwezî Esed bihata Uzbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira.”
Nivîskarê rojnameya Hurriyet Abdulkadîr Selvî ku weke rojnamegerê nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tê nasîn, îro di nivîsa xwe de diyar kir, serdana Erdogan bo Şangayê di civîna lijneya rêvebirinê ya biryardayîna navendî ya AKPê de tê axaftin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje, “Esad beşdarî civîna Şangayê nabe.”
Li ser vê gotinê Erdogan jî bersivekê dide û dibêje: “Xwezî Esed bihata Uzbekistanê, eger bihata min ê ligel wî hevdîtin bikira. Lê ew nayê. Eger bihata min ê jê re bigota 'Ji ber helwesta te Sûriye hatiye asta perçekirinê. Te ji bo parastina desthilata xwe bi opozîsyonê re şer kir. Te tenê xaka xwe ya li ber destê xwe parast lê xakên mezin nekarî biparêzî'.”
Li gor gotina Selvî, Serokomarê Tirkiyê gotiye: “Me wê çaxê ji wî re got, ‘Eger tu wiha bikî, Suriyê tê perçekirin’ lê guh neda me. Ji bo opozîsyonê digot, ‘Grûbeke qelebalix e lê çekên wan tune’ nedifikiriya ku Rûsya û Amerîka dê biketa Sûriyê. Eger bihata Uzbekistanê min ê van gotinan li ber rûyê wî bigota.”
Erdogan di rewşekê de gotinên wiha tîne ser zimanê xwe ku hikûmeta wî beşek mezin ji axa Sûriyê dagîr kiriye û niha wekî ku ew beşek ji axa Sûriyê bibe lê teşkîlatên hikûmêtê yên Tirkiyê damezrandiye û zimanê Tirkî li wir perwerde dike.