Îlon 14, 2022 09:52 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!

Kurdekî bi navê Yusuf Guneş straneke bi kurdî li nav tora civakî belav kir lê ji ber vê stranê salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê lê birîn.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê ji zarê Ajansa Mezopotamyayê Guneş par li tora sanal 3 caran tiştin belav kirine. Li ser vê yekê Serdozgeriya komarê ya Elezîzê der barê wî de doz vekiriye. Di 4'ê Nîsana 2022'an de Guneş li Stenbolê hatiye binçavkirin û piştî îfadeya li Midûriyeta Stenbolê hatiye berdan. Dozgeriyê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" roja 15'ê Nîsana 2022'an doz lê vekiriye. Paşê ji ber Guneş li Stenbolê dijî Dadgeha Elezîzê biryara "bêrayeyiyê" daye, lê vê carê 32'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doz vekiriye. Di danişîna 13ê Îlonê de dadgehê ceza li Guneş birî.

Guneş di dadgehê de diyar kiriye ku wî ew parvekirin pêk anîne, bi kirmanckî dizane lê bi kurmancî nizane, di gotinên stranê de çi hene baş tê nagihêje.

 

 

Serepeyv