Îlon 13, 2022 19:23 Asia/Tehran
  • Hişyariya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ji Atînayê re

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê li hember kiryarên bi navê provokatîf ên Yewnanistanê, xîtabî rayedarên Atînayê kir û got: Ji dîrokê ders werbigirin û nekevin nav macerayên nû.

Tirkiye û Yewnanîstan bi salan e di nava aloziyê de ne û her du alî hevdu bi binpêkirina qada deryayî û hewayî sûcdar dikin. Di warê enerjiyê û pirsa penaberan de jî Yewnanistan û Tirkiyê nakokiyên wan hene, bi qasî ku nakokiyên di navbera her du aliyan de her du welat ber bi şerê leşkerî ve birin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Hulusî Akar, wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li ser zêdebûna rageşiya navbera vî welatî û Yewnanistanê ji rojnamevanan re got: "Dibe ku hin kes di guhên we de biaxivin, we bênirxbûna van gotinan di dîrokê de dîtiye, van karan dubare nekin û hişê we ser we bibe."

Akar amaje bi kêşeyên di navbera her du welatan de, derbarê gullereşandina ber bi gemiya Tirkiyê li deryaya Egeyê ji aliyê hêzên Yewnananistanê ve kir û îdia kir ku Tirkiye hewl dide van pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike û bi sebir tevbigere, lê mixabin Yewnanîstan. kiryar û gotinan bi kar tîne û her ku diçe rageşiyê zêde dike.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê di berdewamiya axaftina xwe de îdia kir ku Yewnanîstan hertim hewl dide Tirkiyê li cem yên din xira bike û Enqerê ji çavên wan bêxe û got: Atîna di her firsendê de bi rêya îstîsmar û xapandina bi derew û îftîrayê bi hemû hêza xwe kar dikin ku bandorê li aliyên sêyemîn bike û ji Enqerê gilî li wan bike.

Serepeyv