Îlon 13, 2022 14:34 Asia/Tehran
  • Macron: Em li dijî Tirkiyê piştgiriyê didin Yewnanîstanê

Serokomarê Fransayê êvara duşemê got: Parîs li hember gefên Tirkiyê piştgiriya Yunanistanê dike.

Pirsgirêkên cuda, di nav wan de serweriya Yewnanîstan û Tirkiyê ya li ser Derya Spî, di navbera Atîna û Enqerê de alozî derdixe holê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Emmanuel Macron serokomarê Fransayê li gotûbêja tev Kyriakas Mitsotakis serokwezîrê Yunanistanê got: Fransa bi eşkere û bi biryar piştevaniya Yunanistanê li hember gefên Tirkiyê dike.

Serokomarê Fransayê her wiha got: Parîs li dijî hin kiryarên Tirkiyê ye ku li dijî serweriya Yewnanistanê ne.

Daxuyaniyên Macron di demekê de tên ku berdevkê hikûmeta Yewnanîstanê Yannis Oikonomo, li ser tundiya dawî ya axaftinên rayedarên Tirkiyê got: "Athîna wê bersivê bide gotinên dîntiyê yên Enqerê wekî ku heq dike."

Wî herwiha got: Daxuyaniyên wezîrê derve yên Tirkiyê “karanîna navxwe” heye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Duşemê hişyarî da Yewnanîstanê û got, "Ewlekariya Tirkiyê tevî artêş û pîşesaziya berevaniyê ya bi hêz a wê dê her bimîne."

Çavuşoglu her wiha got: Eger Yewnanîstan li ser navê kesên din bikeve macerayekê, dê encamên wê bi xwe re bîne.

Serepeyv