Îlon 11, 2022 14:49 Asia/Tehran
  • Tirkiye îdia dike ku Yewnanîstanê li deryaya Egeyê gulle li keştiyeke bazirganiyê reşandiye

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê ya ser bi Wezareta Navxwe ragihand ku tîmên Ewlekariya Peravên Yewnanistanê, li avên nêzîkî Girava Bozcaada keştiya bi navê Anatolian ku ala Komoros li ser bûye gulle reşandine.

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tikriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di 10ê Îlonê saet 13:27an de keştiya Xizmetguzariyên Trafîka Keştiyên Çanakkale ya bi navê Anatolian Ro-Ro ku ala Komoros li ser bûye, 11 mîlên deryayî li bakurê rojavayê Girava Bozcaada, rastî êrîşa bi gulle ya 2 endamên Hêzên Ewlekariya Peravên Yewnanîstanê hatiye.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku li ser agahdarkirinê 2 botên Ewlekariya Peravên Tirkiyê çûne cihê bûyerê lê piştî wê Hêzên Ewlekariya Peravên Yewnanistanê ji vir çûne.

Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin ku di keştiyê de 18 kes hebûne ji wan 6 welatiyên Misir, 4 Somalî, 5 Azerbaycanî û 3 welatiyên Tirkiyê bûne. Di encama vê êrîşê de ti ziyan çênebûne.

Serepeyv