Îlon 09, 2022 17:17 Asia/Tehran
  • Imarat ji bo kirrîna dronên Beyreqdar bi Tirkiyê ra gotûbêj dike

Çavkaniyên agah ragihand ku rayedarên Imaratê bi mebesta kirrîna hejmareke zêde ya dronên Beyreqdar (Bayraktar TB2) bi aliyê tirkiyeyî ra gotûbêj dikin.

Li gorî rapora roja Înê ya malpera Middle East Eye'yê, Hin gotûbêj navbera rayedarên Imarat û Tirkiyê ji bo girêdana girêbesteke girîng a kirrîna dronên Beyreqdarê tên kirin.

Vê malperê ji zarê çavkaniyên agah ragihand, Imarat dixwaze 120 dronên Beyreqdar ji Tirkiyê bikire; Mijara ku bi başî nîşan dide ku peywendiyên du aliyan piştî çend salan, baştir bûye.

Li gorî gotina çavkaniyên navbirî, bihayê her droneke Bayraktar TB2 pênc miliyon dolar e û her dronekê hewcetî bi 100 hûr-mihîmatên hişmend ên bi navê MAM-L heye; Loma bihayê her dronekê bi giştî digihêje 15 miliyon dolarî.

 

 

Serepeyv