Îlon 08, 2022 10:35 Asia/Tehran
  • Yewnanistan bo Tirkiyê: Yên xeyala êrîş û fethê dibînin bila sê-çar caran bifikirin

Sekomarê Tirkiyê li Bosnayê careke din gefa xwe ya êrişa ser Yewnanistanê dûbare kir û li ser pirsekê derbarê operasyoneke leşkerî ya welatê xwe ser Yewnanistanê de got “Eger dema wê hat em ê şevekê ji nişkeke ve bên. Ev gefên wî bûn sedema bertekên tund ji aliyê rayedarên Yewnanistanê.

Di nav 4 rojên dawî de Sekomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan çend caran gefa êrîşkirina ser Yewnanistanê xwariye.

Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias êvara Sêşema 6ê Îlona 2022an piştî pêşwazîkirin û civîna ligel hevtayê xwe yê Fransî konferanseke rojnamevaniyê da.

Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias anî ziman, “Yewnanistan her dem li ser bingeha qanûnên navdewletî û yasayên navdewletî yên deryayê kar dike. Lê ez bo hemû kesên ku xeyala êrîş û fethê dikin pêşniyar dikim ku sê-çar caran bifikirin. Em xwedî hêz in ku parastina welatê xwe, serxwebûn û yekîtiya xwe bikin.”

Tirkiye, Yewnanistanê li ser mijarên sînorên avê, koçberan, Qibris û çend mijarên din tohmetbar dike. Yewnanistan jî Tirkiyê wek dagîrker bi nav dike û şandina keştiyên pişkîner ên Tirkiyê bo çend navçeyên ava deryaya Spî wek binpêkirinê bi nav dike.

Serepeyv