Îlon 07, 2022 08:52 Asia/Tehran
  • Erdogan careke din gefa êrişê li Yunanistanê xwar: Em ê şevekê ji nişkê ve bên

Sekkomarê Tirkiye li Bosnayê careke din gef li Yunanistanê xwar û derbarê êrişa leşkerî ya welatê xwe ser Yunanistanê got “Eger dema wê bê em ê şevekê ji nişkê ve bên.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan bi serdaneke fermî duh 6ê Îlona 2022ê serdana Bosnayê kir û li paytexta wî welatî Sareyovoyê di bersiva pirsên rojnamevanan de gefa xwe ya li dijî Yunanistanê dûbare kir û got “Eger dema wê bê em ê şevekê ji nişkeke ve bên. Eger gefên wan  (Yunanistan) ên ji binkeyên li giravên di destê wan de bi vî awayî li dijî me berdewam bin, dawiyeke sebra me jî heye. Eger ew sebra me bi dawî bû em ê tişta pêdivî bikin”.

Erdogan 3ê Îlona 2022ê piştî hişyarîdayîna Yunanistanê bo balafireke wan a şer li ser deyayaya Egeyê bi sîstema S400, gef li wî welatî xwaribûn û gotibû:”Ey Yunanistan li dîroka xwe binêre, eger tu zêdetir zêdegaviyan bikî dê berdêla vê bo te giran bibe. Eger dema wê hat em ê tişta pêwîst bikin. Dibe ku em şevekê ji nîşkekê ve bên.”

Serokkomarê Tirkiye li Bosnayê jî heman gefên xwe yên li dijî Yunanistanê dûbare kirin.

Piştî van gotinêln Serokkomarê Tirkiye, Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: “Em ê yekser derbarê naveroka daxuyaniyên provokatîf ên van çend rojên dawî yên gefên desthilatdarên Tirk de, hevalbend û hevkaran agahdar bikin daku eşkere bikin ka kî hevgirtina NATOyê têk dide.”

Gotinên Erdogan di medyaya Yunanî de jî bi berfirehî cih girtin. Medyaya Yunanistanê gotinên wî wek “gef” binav kiribûn.

Serepeyv